RONA ZAROK

Malpera Rona Zarok dest bi weşanê kir

Îro roja 1ê meha Çileya Paşîn sala 2024an, ez keça Kurd Rona Egîd dest bi weşan malpera xwe ya fermî ya Girupa Rona ya Çanda Zarokan bi navê malpera Rona Zarok dikim.

Rona dibêje: “Ji xwe ez ê di vê malperê de hemû kar û çalakiyên xwe yên berê biweşînim û belav bikim, çi çalakiyên Pirtûkxaneya Rona, Tîma Rona, û Kovara Rona jî. Herweha ez ê hemû nûçe û çalakiyên derbarê zimanê kurdî û wêjeya zarokan li her çar parçeyê Kurdistanê û cîhanê jî bişopînim. Ji bîr nekin ez ê hino hino hewl bidi ku malper pêş bikeve.

 Û berdewam dike:”Bi hêvî ku karibim di vê malperê tiştekî bi sûd jib o zarokên me kurdan di warê ziman û çand, û folklore kurdî de pêşkêş bikim.

Daxwaz û hêviya Rona ew e ku hemû şopîneran çi biçûk û çi mezin, ku nerîn û pêşinyarên xwe ji bo pêşxistina kar pêşkêş bikin, û her dem destê alîkariyê bo pêşxistina malperê dirêj bikin.

Di dawî de Rona dibêje:”Dibe ku malpera min niha ji ber karînên aborî ne li gor daxwaz û hêviyan be, lê soz didim ku roj bi roj  ev malper pêş bikeve û daxwaz û armancên we pêk bîne..”

  Girupa Rona ya Çanda Zarokan (G.R.Ç. Z) 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
Instagram
Telegram
WhatsApp